Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê

.

Ji bo şopandina "Doza Kobanê", şandeyên bîyanî tên Enqerê. 

Yekemîn danişîna "Doza Kobanê" ya piştî 6 salên şermezarkirinên 6-8’ê Cotmehê yên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibû vekirin wê di 26’ê Nîsanê de, bê dîtin.
 
Di "Doza Kobanê" de, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 girtî, bi giştî 108 kes tên darizandin. Danişîn wê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.
 
Partiya HDP’ê, ji bo kesên ku bixwazin danişînê bişopînin, di serî de ji Enqerê û hemû bajarên derdorê otobusan digire. Li aliyê din, kesên di şandeyên biyanî yên dixwazin danişînê bişopînin de cih digirin jî diyar bûn.
 
11 ŞANDEYÊN BIYANÎ
 
Navên şandeyên biyanî yên ku dê bên danişînê bişopînin wihane. Partiya Demokrat a Sosyalîst a Swêd û Partiya Demokratîk a Îtalyayê yên di Koma Sosyalîstan û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê de cih digirin, Tifaqa Azad a Ewropayê ya Parlamentoya Ewropayê, Partiya Piştevaniya Gelan û Herêman a Fransa ya di Koma Keskan de cih digire, Bloka Netewî ya Galîçya (BNG), ji hevparên Enternasyonel ên Pêşvexwaz Partiya MeRA25 a Yewnanistan û Partiya Çep a Polonya, Partiya Çek a Fransayê, Partiya Çep a Komarparêz a Katalonya, Partiya Yekitiya Gel a Katalonya (CUP) û Partiya Bask a Yekbûyî.” 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest