Ji bo bîranîna qurbanîyên kimyabaranê ti şandek serdana Helebcê nake

Cîgirê parêzgarê Helebcê ragihand, ji bo bîranîna qurbanîyên kîmyabarana Helebcê ti şandek serdana wî bajarî nake û dibêje, “Ji ber vîrusa Koronayê, bîranîn bi hilawîstina poster û birina tacegulan, bi şêwazekî takekesî dê bê kirin.”

Navenda Nûçeyan - Kawe Elî, Cîgirê Parêzgarê Helebcê ji Rûdawê re ragihand, sibê, roja Duşemê, bîranînên 32mîn salvegera kîmyabarankirina Helebcê bi şêwazekî sînordar dê bên kirin.

Cîgirê Parêzgarê Helebcê amaje bi wê jî kir, “Ji ber qedexeya hatinûçûnê ya li nav bajaran û ji ber vîrusa Koronayê, ti şandek serdana Helebcê nake.”

Kawe Elî dîyar jî kir, li nav Helebcê bi şêwazekî sînordar bîranînek dê bê kirin, ew jî tenê bi hilawîstina poster û birina tacegulan bo ser gorên qurbanîyan.

Helebce di 16ê Adara 1988an de ji alîyê hikûmeta wê demê ya Iraqê ve hat kîmyabarankirin, ji bilî şehîdbûna 5 hezar kesan û birîndarbûna zêdetirî 10 hezar welatîyan, bi hezaran kes jî di wê karesatê de koçber bûn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist