Ji bo Batmanê daxwaza nexşeyeke weke 'Batman'ê

Ji bo ku nexşeya parêzgeha Batmanê bibe wek logoya lehengê karekterê fîlma Batman, li ser medya civakî kampanyekê dest pê kiriye û heta niha 15 hezar îmze di çarçoveya kampanyê de hatine tomarkirin.

Li parêzgeha Batmanê, kampanyeke balkêş dest pê kiriye. Batman di heman de navê karekterekî fîlmê ye lewma li vê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ev mijar gelek caran dibe rojev.

 

Di kampanya ku platformeke navnetewî de hatiye destpêkirin, tê xwestin ku nexşeya bajarê Batmanê wek logoya karekterê fîlma Batman ji nû ve bê duristkirin.

 

Xelkê bajêr eleqeyek mezin didin kampanya navborî û di heyama 5 rojan de 15 hezar kesî îmzeya xwe dane.  

 

Kesên ku piştgiriya didin kampanyayê dibêjin ku heger ew di vî warî de serbikevin û nexşeya bajêr wek logaya Batman ji nû ve bê amadekirin, ew yek dê bandorekî erênî li ser rewşa geştyariya herêmê bike û dibe sûd baş bo welatiyan. Herwiha dibêjin dê li tevahiya cîhanê bajarê wan nav bide.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin