Ji bo 1’ê Îlonê bang: Li dijî qeyûman û şer werin em bi hev re bisekinin

Parlamenter, welatî û nûnerên saziyên civaka sivîl bang li hemû gelên Tirkiyeyê, bang li hemû derdorên demokrat û aştîxwaz kirin ku di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakevin qadan.

Parlamenter, welatî û nûnerên saziyên civaka sivîl bang li hemû gelên Tirkiyeyê, bang li hemû derdorên demokrat û aştîxwaz kirin ku di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakevin qadan.

 

Sibê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Ji bo pîrozbahiyên 1’ê Îlonê jî HDP’ê plansaziyên xwe amade kiriye. Di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Enqere û gelek deverên din dê bi tevlêbûna hemû derdorên demokratîk mitîngan li dar bixe. Tê payîn ku di van mitîngan de mijarên herî zêde derkevin pêş, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê be. Têkildarî mijarê siyasetmedar, serokên saziyên civaka sivîl û welatî axivîn û banga tevlêbûna mitîngên 1’ê Îlonê kirin.

Têkildarî mijarê hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli axivî û anî ziman ku ew hêvî dikin ku 1’ê îlonê bibe mîna hîva 14 û wiha domand: “Divê 1’ê îlonê ne tenê ji bo wê rojê, divê li Tirkiyeyê hemû roj mîna 1’ê îlonê bin. Em ê wê rojê mîna rojeke ku firsendê nade xwîn û girî, ne ji bo mirinê lê ji bo jiyanê têdikoşe pêşwazî bikin. Em 1’ê Îlonê di nava şertên herî dijwar de pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê jî pêşwazîkirina wê girîng û watedar e. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li mitîngê bibin. Bi hêviya ku 1’ê Îlonê em li Qada Demokrasiyê ya 5’ê Hezîranê (Îstasyon) kom bibin.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist