Ji ber teqînê li Libnanê 16 kes hatine desteserkirin

16 kesên li Bendera Beyrûdê wezîfedar bûn hatine desteserkirin. Rayedarên welêt hatine protestokirin. Chamoun, Serkonsolosa Libnanê ya li Ammanê ji ber teqînê dest ji kar berdaye.

Ji ber teqîna li Bendera Beyrûtê ya paytext Libnanê 16 kes hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyanîya Hamad Hasan, Wezîrê Tenduristîyê, hejmara mirîyan gihîştîye 154an. Nêzîkî 5 hezar kes birîndar bûne û bi dehan kes winda ne.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê, NNAyê daxuyanîya dadgeha leşkerî weşandîye. Di vê daxuyanîyê de hatîye gotin ku di lêpirsînê “hemû alîyên ku bûne sedema teqînê” tên lêkolînkirin.

Heta niha endamên Lijneya Rêveber ên Bendera Beyrûdê, rayedarên rêveberîya gumrikê, xebatkarên kontrolkirinê û xebatkarên embara hejmar 12, ya teqîn lê pêk hatîye, li ser hev îfadeya 18 kesan hatîye wergirtin.

Tê plankirin ku lêpirsîn 5 rojan berdewam bike.

Berîya niha ji bo kesên ji 2014an û vir ve di karê depokirin, parastin û kontrolkirina Benderê de dixebitîn biryara zindanîkirina li malê hatibû dayîn.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin