Ji ber teqîna li Pasûrê 5 kes hatin desteserkirin

Di çarçova lêpirsîna derbarê teqîna li Pasûra Amedê, 5 kes ji alîyê hêzên emnî yên Tirkîyê ve hatin destserkirin.

Navenda Nûçeyan - Serdozgerîya Komarî ya Amedê, derbarê teqîna li navçeya Pasûra Amedê ku di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn, lêpirsîn dabû destpêkirin.

Li gor zanyarîyan di çarçova wê lêpirsînê de, derbarê 6 kesan de biryara destserkirinê hat dayîn û 5 ji wan hatin desteserkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolê, derbarê çend ji wan ên hatine desteserkirin, berî niha bi tohmeta ‘bangeşeya rêxistinê’ lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Herwiha hatîye belavkirin ku lêgerînên ji bo desteserkirina wî kesê din jî berdewam dikin.

 

Li çoltera navçeya Pasûra Amedê roja Çarşemê 8ê Nîsana 2020an, di dema derbasbûna wesayîta kesên diçûn daran bibirin de, teqînek çebû rû di encamê de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn.

Tevî ku Parêzgarîya Amedê, PKK wek berpirsyarê teqînê nîşan daye, lê belê PKKê ti daxuyanî li ser bûyerê nedaye.

 

Siyaset Haberleri

Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide
78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne