Ji ber “Newroz”ê doz li rojnameger Melîs Alphanê vekirine

.

Ji ber ji Newroza Amedê ya 2015an fotografek weşandiye, doz li rojnameger Melîs Alphanê vekirine. Dozgerî xwestiye heta 7 sal û nîvan cezayê girtîgehê li wê were birîn.

Ji ber ku fotografekî xwe yê di dema Pîrozbahiyên Newroza Amedê yên 2015an de kişandiye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye, dozgerî doz li rojnameger Melîs Alphanê vekiriye.

Bi sedema ku “ala rêxistinê xuya kiriye” bi tohmeta “propaganda rêxistinê kiriye”, dozgerî xwestiye heta 7 sal û nîvan cezayê girtîgehê were cezakirin.

Alphan wê li 32yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dadgehkirin.

Alphanê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye, armanca vê dozê bêdengikirina rojnamegeran e: “Armanc bêdengkiring e. Lê dema ji min re dibêjin ‘huş be’ ez jî inyad dikim hu dil dikim bêhtir biaxivim. Heke hûn min bixin girtîgehê jî ne xema min e.”

Di Çiriya Paşiyê ya 2020an de ji ber heman mijarê lêpirsîn li Alphanê vekiribûn û dozgerî îfadeya wê wergirtibû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist