Ji ber nebûna avê nexweşî li Şehba û Til Rifetê belav bûne

.

Nebûna ava pak li nav kampên Şehbayê û bajarokê Til Rifetê yên Rojavayê Kurdistanê, bûye sedema belavbûna nexweşiyan.

Di nava kampên Şehba û gundewarên bajarokê Til Rifet de krîza avê heye

Xelk nikare ava vexwarinê bi dest bixe, ji ber ava gemarî gelek nexweşî jî di nava wan de belav bûne.

Rêxistina UNICEFê berê av dida wan herêman lê piştre alîkarî qut kirin, êdî ew rêxistin jî avê nade koçberan.

Ji Adara 2018yan ve li nava 5 kampên navçeya Şehbayê, bêhtirî 2 hezar malbatên koçberên Efrînê dijîn.

Nişteciyên wan navçeyan bangî rêxistinên navdewletî dikin da ku pirsgirêkên jiyana wan a rojane çareser bikin.

Bi sedema nebûna ava vexwarinê jî zêdeyî 100 hezar kesî, li wan navçeyan û li bajarokê Til Rifetê nexweş ketiye.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin