Ji ber kincên kurdî rastî êrişê hat!

Li bajarê Fellûce yê Iraqê, komek kesên ereb ji ber kincên kurdî li zilamekî kurd dan û heqaret lê kirin.

Li bajarê Fellûce yê Iraqê, komek kesên ereb ji ber kincên kurdî li zilamekî kurd dan û heqaret lê kirin.

Li gorî agahiyan, kesekî kurd bi navê Huner, ku xelkê Herêma Kurdistanê ye lê mala wî li bajarê Fellûce yê Iraqê ye, ji ber ku kincên kurdî li ber kiribû, rastî êrişa komek kesên ereb hat.

Wî zilamê kurd, ku jina wî xelka bajarê Fellûce ye, li Fellûce ji xwe re xwaringehek vekiriye û rojane bi kincên kurdî diçe ser karê xwe.

Ewên ku li wî zilamê kurd dane, jê re gotine xwaringeha xwe bigire.

Li gorî nûçeya malpera erebî ya “Baghdadtoday.news”, ew kesên ku êrişî wî zilamê kurd kirine, ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin. Efserên asayişê bi wî welatiyê kurd re wêne girtine û bi rengî xwastine piştevaniya xwe bo wî nîşan dane. 

Ew êriş di demekî de li dijî kesekî kurd tê kirin ku her sal bi sed hezaran erebên Iraqî, ku beşek mezin ji wan xelkê Fellûce û Enbarê ne, serdana Kurdistanê dikin. Xelkê Kurdistanê ne tenê li wan nadin û heqaretê li wan nakin, gelekî jî hurmeta wan digirin.

Bajarê Fellûce girêdayî parêzgeha Enbar ya Iraqê ye. Fellûce yek ji wan bajaran bû ku demek dirêj di destê DAIŞê de ma.

Siyaset Haberleri

Amerîkayê pêgehên navxweya Îranê bombebaran kirin: Elektrîka Ehwazê bi temamî hat birîn
Dadweriya Îraqê bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê bi sedan kîlogramên zêr desteserkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo Îraqê hişyarî da: Metirsiya aloziyên navxweyî heye
Îranê dîsa êrişî baregeha PAKê kir
Zarokên Ezidî kiribûn kole, heta hetayê dê di girtîgehê de bimîne