ji ber derketina “Omicron” kongreya Bazirganiya Cîhanê hat paşxistin

.

Biryar bû kongreya Bazirganiya Cîhanê li Cenêvê bihata girêdan.

Rêxistina Bazirganiya Cîhanê 12emîn konhreya xwe ya taybet ji ber derketina zincîreya nû ya Koronayê "Omicron" bi paş xist.

Ajansa “Reuters” belav kir, 164 welatên endamên Rêxistina Bazirganiya Cîhanê li hev kirin ku kongreya wê rêxistinê ya biryar bû li Cenêvê bihata kirin, ji bo demeke nediyar were paşxistin.

Paşxistina kongreyê piştî wê, zincîreya nû ya Koronayê “Omicron” li Afrîkaya Başûr hat vedîtin û gelek welatan rênimayên tund danîn ser geştkirinê, ev jî dê rê li ber gelek wezîran bigire ku biçin Cenêvê.

Zincîreya nû ya Koronayê “Omicron” yekem car li Afrîkaya Başûr hate dîtin û Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ew wekî “metirîdar” bi nav kir.

Tê çaverêkirin 194 endamên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), hefteya bê peymanekê li ser pandemîkê nîqaş bikin.

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin