Ji ber barîna berfê rêyên bi dehan gundên Bakurê Kurdistanê hatine girtin

.

 Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê berfeke xweş dibare. Ji ber berfê rêyên sereke di navbera Erzirom û Ezircan, Agirî û Qersê bo hatûçûnê demên dirêj girtî man. Li gor agahiyan rêyên dehan gundan ji niha vê girtî ne.

Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê pêla berfbarînê destpê kiriye. Berfa ku hê berê tenê li deverên bilind barîbû xwe berda navenda bajaran. Rêya sereke ya Erzirom û Ezircanê, ji ber şemitîna barhilgiran demek dirêj bo hatûçûnê girtî ma.

Ji ber barîna berfê rêyên dehan gundan ji niha ve hatine girtin.

Li navçeya Tercana Ezircane, ji ber berfê otombêlek ji kontrolê derket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da, du kes jî birîndar bûn.

Her çend barîna berfê Ji bo gelek welatiyan, sedema zehmetî û azaran be jî, hinek jî welatî bi erênî pêşwaziya berfê dikin.

K24

Kurdistan Haberleri

Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir
Li Îraqê gendelî: Bi milyonan dolarên ku di dîwêr de hatibûn veşartin hatin dîtin