Ji Amerîka ji bo şertên aşitîyê pêşnîyar

Ev pêşnîyara Amerîkayê ji alîyê dîplomatên Amerikî ji alîyên li Efganîstanê şer dikin hatîye pêşkeş kirin.

Ev demeke dirêj e di navbera Amerîka û Talîbana Efganîstanê hevdîtinên aşitîyê pêk hatibû. Lê ev hevdîtin hatibûn qutkirin.

Piştî berdana endamên Talîbanê ji girtîgehan Amerîka pêşnîyarek kirîye ku bila ev endamên Talîbanê bila bikevin hepsa malê.

Ev pêşnîyara Amerîkayê ji alîyê dîplomatên Amerikî ji alîyên li Efganîstanê şer dikin hatîye pêşkeş kirin.

Li gorî vê pêşnîyarê piştî berdana van mîlîtanan cîyekî ku hem Talîban hem jî hukumeta Efganîstanê çavdêrîyê bike wê were ava kirin.

Dîplomatên pêvajoya aşitîyê ku jiber berdana mahkumun li girtîgeha Dahoyê hatibû qut kirin, dixwazin pêvajoyê dîsa bidin destpêkirin.

Hukumeta Efganîstanê li ber xwe dide ku li gorî hevdîtinan 5 hezar mahkumên bên berdan, bernede.

Hêjayî gotinê ye berdana mahkuman şerta aşitîyê ya sereke ya Talîbanê ye   

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist