Jeo Biden: Ez ji serkeftina xwe bawer im

.

Namzetê demokratan ê ji bo Serokatiya Amerîkayê Jeo Biden ragihand: “Ez ji serkeftina xwe bawer im û ji bo rûbirûbûna koronayê planeke baş amade dikim.”

Jeo Biden li eyaleta Delaware ragihand: “Her çiqas ez ji serkeftina xwe bawer im jî, lê ez niha serkeftina xwe ranagihînim û li benda encamên dawî me.”

Biden diyar kir: “Ez ji welatiyan daxwaz dikim ku xweragir bin û aloziyan aram bikin.”

Jeo Biden destnîşan kir: “Em dibin yekem demokrat ku piştî 24 salan, li Arizona bi ser dikeve, herwiha ez dibim yekem demokrat ku piştî 28 salan li Georgia bi ser dikeve, herwiha li Philadelphia bi ser dikevim.”

Biden tekez kir ku "ew ê ji bo danîna planeke baş ji bo rûbirûbûna koronayê bixebitin, herwiha ji bo nehiştina qeyranan û yekxistina Amerîkayê kar dikin".

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene