Jen Psaki: Biden ji ber gotinên xwe yên li dijî Putin ne poşman e

.

 Di brîfînga rojane de, Berdevka Qesra Spî Jen Psaki, derbarê gotinên Serok Joe Biden, yên dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin de axifî û got, Biden ji ber gotinên xwe yên li dijî Putin, ne poşman e.

Biden ji kanala ABC re gotibû, Putin ‘‘kujer’’ e û gotibû, ew ê bedela destwerdana hilbijartinên Amerîka bide.

Rûsyayê, piştî van gotinan balyozê xwe yê li Washingtonê vexwendibû Moskowê.

Psaki destnîşan kir, Balyozê Amerîka yê li Moskowê, karê xwe dimeşîne û diyar kir, ew geşbîn in ku bi Rûsya re pêwendiyeke avaker bidomînin.

Putin jî ji kanala dewletê ya Rûsya re eşkere kiribû, ew dixwazin ku Moskow û Washington berevaniya pêwendiyên xwe bikin.

Herwiha Pûtîn dîyar kiribû, ew amade ye bi Biden re civîneke onlayn çêke.

Amerîka Haberleri

Trump gef li Efxanistanê xwarin: ‘Tiştên xirab dê biqewimin!’
Keşfeke bi sir li Amedê: Di goristaneke kevnar de hestiyên 160 zarokan hatin dîtin
Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin