Jefrrey: Em dixwazin rêjîma niha ya Sûrîyê biguherin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûrîyeyê James Jeffrey ragihand ku ji bo hikûmet Sûrîyê ji vê kirîza heyî derkeve, Amerîka daxwazek pêşkêşî serokê wî welatî Beşar Esed kirîye, bê ku wê daxwazê eşkere bike.

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûrîyeyê James Jeffrey li Waşintonê ligel revenda Sûrî civîya û di civînê de ragihand, ku êdî Beşar Esed nikare Sûrîyê birêve bibe.

James Jeffrey anî ziman ku Esed ji alîyî aborî jî derbasî kirîzeke mezin bûye û niha nikare pareyan spî bike, lewma eger gelê wî jêre girîng e, divê daxwaza Amerîkayê erê bike.

Jeffrey dîyar kir ku ew dixwazin bi rêya proseyeke sîyasî rêjîma niha ya Sûrîyê biguherin û got, niha Iran û Rûsya jî nikarin alîkarîya Esed bikin ji ber ku yasaya Qeyser bi temamî rê li ber wan digire û dê Esed ji alîyê aborî ve bi temamî were dorpêçkirin.

Yasaya Qeyser ya cezakirina Hikûmeta Sûrîyê, dê 17ê vê mehê were bicîkirin û li gor wê yasyê nabe ti welat û kompanî û kesayetî danûstandinê bi hikûmeta Sûrîyê re bikin.

 

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya