Jeffrey Dîyar Dike ku Hevkarîya Amerîka û HSD'ê Dê Bidome

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey berî civîna ser Sûrîyê ya li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Navenda Nûçeyan- Jeffrey li ser pirsan da zanîn ku ewê li Sûrîyê bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê bikin û têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bidomînin.

‘’Bo me ya girîng ew e ku em rê li ber DAIŞ’ê bigirin ku petrol nekeve destê wan û komên din. Em tiştekî dijî qanûnê nakin’’ Jeffrey got.

Wî da zanîn ku HSD 4 sal in li qadên petrolê karên xwe didomîne û ew jî dê bi stratejîya xwe ya bo Sûrîyê alîkarîya wê hêzê bikin.

Nûnerê Taybet ser girjîya li Îdibê jî ameje kir ku rewşa wir fikaran çêdike û dîyar kir ku divê li seranserê Sûrîyê agirbest were ragihandin.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist