Japonya alîkarîyên mirovî ji Rojavayê Kurdistanê dike

Ji ber qeyrana mirovî, Hikûmeta Japonyayê alîkarîyên bi 1.4 milyon Dolar ji bo herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûrîyê pêşkêş dike.

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîyeke Balyozxaneya Japonyayê li Şamê, hikûmeta Japonyayê dê alîkarîyên di warê tenduristî, kon û kelpelên Zivistanê pêşkêşî bakurê rojhilatê Sûrîyê û dê ji bo 500 hezar kesan be û dê bi rîya rêxistinên navdewletî yên di di warê mirovî kar dikin de be.

Amaje bi wê jî da, hikûmeta Japonyayê dê bi civaka navdewletî re berdewam be, ji bo başkirina rewşa mirovî û proseya sîyasî ya Sûrîyê.

Ji encama êrîşa artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û li gor amaran, zêdetir ji 300 hezar kesan derbider bûne û di rewşeke xirap di demînin.

Herwiha Tirkîy û komên çekdar hewl didin demografîya bajarên Serêkanîyê û Girêspî yên Rojavayê Kurdistanê biguherînin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist