Jan Dost diçe Amedê: ‘Tozistan, Romana Xendekan’ derket

.

Nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost dê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê romana xwe ya nû “Tozistan, Romana Xendekan” îmze bike.

Romannivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost li ser bernameya xwe ya li Amedê pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Jan Dost diyar kir ku ew dê roja Şemiyê 18ê Kanûna Paşîn a 2025an li Amedê romana xwe ya nû “Tozistan, Romana Xendekan” îmze kir.

Danasîna pirtûkê dê li Lokala Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) were kirin.

Merasîm danasîn û îmzeyê dê saet 16:00an dest pê bike û heta saet 18:00an bidome.

Romana “Tozistan, Romana Xendekan” a Jan Dost ji aliyê Weşanên Dozê ve hat çapkirin.

Jan Dost destnîşan kir ku wî romana xwe bi Erebî nivîsandiye û wî bixwe wergera wê ya Kurdî kiriye.

Jan Dost ji Rûdawê re diyar kir ku romana wî “Tozistan, Romana Xendekan” behsa “Şerê Xendekan a li Bakurê Kurdistanê” dike û da zanîn:

“Romana min behsa şerê xendekan, xebata Kurdan a li Bakurê welêt, dîroka PKKyê û tevlîbûna keç û xortan a nav refên PKKyê dike.”

Dost da zanîn ku mekanê romana wî Cizîra Botan e û got:

“Lehengê romanê Amed ku nivîskar e rastî gelek şkenceyan hatiye û di dema şerê xendekan de li ser gora Melayê Cizîrî serpêhatiyên xwe dinivîse.”

Her wiha Weşanên Dozê jî li ser hesabê xwe yê Xê roja danasîn û îmzeyê ya pirtûka "Tozistan, Romana Xendekan" ragihand.

Nivîskar, helbestvan û wergêrê Kurd Jan Dost 12ê Adara 1965an li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Wî li Zanîngeha Helebê beşa Biyolojiyê xwendiye û sala 2000î li Almanyayê bi cih bû ku çend sal in li Hewlêrê dijî û serpereştiya kovara “Kurdistan Bi Erebî/كوردستان بالعربي” dike.

Bergê romana "Tozistan, Romana Xendekan"

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî