James Jeffry: HSD tevlî komîteya destûra Sûrîyê dê bibin

Şanderê Emerîka bo dosêya Sûrîyê ragihand, nûnerên bakura rojhilata Sûrîyê tevlî komîteya destûra Sûrîyê dê bibin.

K24

 

Şanderê Emerîka bo dosêya Sûrîyê  James Jeffry di çarçoveya gera 74 ya Komeleya  Netewên Yekbûyî de ragihand, ku bakura  rojhilata Sûriyê di nava komîteya destûra Sûrîyê de cihê xwe digrin û navê wan ji alêyê Neteweyên Yekbûyî ve hatîye hilbjartin.

 

Got jî:  Wî navê endamên komîteya destûr dîtne, lê hêj tekezî  li ser wan navan nekirîye.

 

James Jeffry bersiva wê pirsyara, ka Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Encûmena Sûrîya Demokrat tevlî komîteya destûra Sûrîyê dê bibin? gotibû helbet beşdar dê bin.

 

Herweha got: Ew li gel Tirkîyê derbarê beşdarîya HSDyê di komîteya destûra Sûrîyê de axivîye. Amaje bi wê yekê jî kirîye ku Emerîka ji tevahîya alîyan re dîyar kirîye ku ti ecindeyên wê yên siyasî li Sûrîyê nîne û armanca wan ya sereke yekgirtina Sûrîyê ye di sînorê wê yê niha de.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist