James Jeffrey serdana Tirkiyê kir!

Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê, James Jeffrey


Şanderê Taybet ê Amerîkayê James Jeffrey serdana Tirkiyê kir û dê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û avakirina “Navçeya Aram” li bakurê Sûriyê bi rayedarên Tirkiyê re gotûbêjan bike.
 
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye, Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê, James Jeffrey bi serdanekê gihîştiye Enqere ya paytexta Tirkiyê.
 
Li gor daxuyaniyê, serdana Jeffrey bo Tirkiyê dê du rojan berdewam be û dê di 22 û 23ê Tîrmehê de bi rayedarên Tirkiyê re hevîtinan bike.
 
Di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Tirkiyê de, Jeffrey dê têkildarî avakirina Navçeya Aram li bakurê Sûriyê û nîgeraniyên Tirkiyê yên di vê bareyê de û rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî, danûstandinê bi berpirsên hikûmeta Tirkiyê re bike.
 
Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha daye xuyakirin, Jefrey û rayedarên Tirkiyê herwiha dê derbarê çareseriya krîza Sûriyê de li gor biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve jî, bi rayedarên Tirkiyê re gotûbêjan bike.
 
Mijareke din a hevdîtinên Jeffrey li gel rayedarên Tirkiyê, kirrîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve û herwiha firotina firokeyên pêşkevtî yên F-35 ên Amerîkî bi Tirkiyê, ye.


Berî vê serdanê jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu tekezî li ser wê yekê kiribû, ku Amerîka dê hevbeşên xwe yên xwecihî li bakur û rojhilatê Sûriyê biparêze.
 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî