James Jeffrey îro tê Tirkîyê

Biryar e îro Înê, Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Sûrîyê, James Jeffrey serdana Tirkîyê bike û ji bo dema du rojan li wir bimîne.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, di rojên 8 û 9ê vê mehê de James Jeffrey dê li Enqere û Stenbolê li gel berpirsên bilind ên Tirkîyê bicive.

Tê çaverêkirin, ku rewşa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê û bi taybet êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê di navbera Jeffrey û berpirsên Tirkîyê de bêne gotûbêjkirin.

Li gor agahîyan, Jeffrey dê daxwaz ji Tirkîyê bike ku pabendî rêkeftina 17ê Cotmehê be û dawî li êrîşên xwe yên bo ser Rojavayê Kurdistanê bihîne.

Her di vê serdanê de Jeffrey li Stenbolê li gel rayedarên Opozîsyona Sûrîyê jî dicive.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Şanderê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûrîyê, James Jeffrey,dê îro înê dest bi wê serdanê bike.

James Jeffrey herî dawîn li gel şanda di bin serokatîya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence de serdana Tirkîyê kiribû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist