Îtalya: 300 zarok bi vîrusa Koronayê ketine

Berpirsên saxlemîyê yên Îtalya ragihandin ku li wî welatî 300 zarok bi vîrusa koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan - Serokê Doktorên Zarokan yên Îtalî Alberto Villani dîyar kir ku heta niha ti zarok bi vîrusa korona giran nexweş neketine û jîyana xwe ji dest nedane.

Villani got:‘’Bi qasî dê dîtin, vîrusa korona bo zarokan ne kêşeyeke dijwar e.’’ Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî dabû zanîn ku ew vîrus pir kêm caran li zarokan nexweşîyên giran çêdike. Pisporên saxlemîyê hîn fehm nekirine ku zarok çima bi vîrusa korona bi giranî nexweş nakevin.

Hêjayî gotinê ye hejmara mirîyan li Îtalya gihiştîye 3 405 kesan û hejmara tûşbûyan jî gihiştîye 40 hezar kesan û tenê di 24 demjimêran de 427 kes mirin e.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist