Îsraîlê êrişî Îranê kir

.

Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku Îsraîlê êrişî Îranê kiriye.

Televîzyona Dewletê ya Îranê jî daxuyand ku sîstema parastinê ya asmanî çalak bûye û wan li Îsfehanê sê dron xistine.

Li hêla din, li Îranê hemû geştên asmanî hatin rawestandin.

Rayedarekî Îranî ji Reutersê re ragihand ku êrişên mûşekî çênebûne û got:

“Teqînên li Îsfehanê ji ber sîsmeta me ya parastinê ya asmanî bûn.”

Îsraîlê berê ragihandibû?

Amerîka û Îsraîl doh li ser “operasyona Refahê” civiyabûn û Îsraîlê gotibû ku ew dê di nava rojek an du rojan de êrişî Îranê bikin.

Rayedarekeî Amerîkayî yê ku ji CNNê re axivî diyar kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden şerekî berfireh naxwaze û biryara êrişê pesend nekiriye.

Li hêla din, artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li bakurê Îsraîlê zengilên hişyariyê lê dixin.

Çi bûbû?

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî Konsulxaneya Îranê ya Şamê kir.

Di vê êrişê de ji hêzên ewlehiyê yên Îranê 7 kes mirin ku 2 ji wan fermandar bûn.

Îranê jî 13ê Nîsanê bi sedan dron û mûşekan êrişî axa Îsraîlê kir.

Îranê got ku wan li gelek deveran xistiye, Îsraîlê jî ragihand ku piraniya wan dron û mûşekan ji aliyê sîstema parastinê ya asmanî ve hatine xistin.

Medyaya Îsraîlê diyar kiribû ku rayedarên Îsraîlî biryara bersiveke “zelal û bibandor” daye.

Îran jî dibejê heke ku Îsraîl êrişî wan bike ew dê bersiveke “bilez, biheztir û berfirehtir” bidin.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand