Îsraîlê 1.14 milyar dolar ji rêveberiya Filîstînê re şand

.

Hat ragihandin ku rêveberiya Îsraîlê fonên Filîstînê bo hesabê bankeya rêveberiya Filîstînê şandine.

Wezîrê Karûbarên Civakî yê Filîstînê Huseyîn eş-Şeyh, piştrast kir ku Îsraîlê pere şandine hesabên wan û li ser medya civakî li ser mijarê got: "Îsraîlê 3 milyar û 768 milyon şekel ango nêzîkî 1.14 milyar dolar temamiya fonan li ser hesabê rêveberiya Filîstînê razandine.”

Hêjayî gotinê ye, 17ê Mijdarê rêveberiya Filîstînê ragihandibû ku pêwendiyên ligel Îsraîlê ji nû ve hatine destpêkirin.

Îsraîl li ser kelûpelên Filîstîn ji derve hawirde dike mehane 188 milyon dolar bacê distîne û ji sedî 3yê wê jî wekî bihayê tehsîlatê distîne.

 

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor