ÎSMEK'ê ji bo kurdî serdema qeydan da dest pê kirin

ÎSMEK di sala 1996'an de dest bi xebatan kirîye lê yekem car e dê di bin banê xwe de bi kurdî jî qursan bide. Yên bixwazin herin qursên ÎSMEK'ê yên kurdî dikarin navên xwe binivîsin.

Navenda Nûçeyan-ÎSMEK sazîya "Perwerdehîya Qursên Huner û Pîşeyê" ye ku girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê ye. ÎSMEK di sala 1996'an de dest bi xebatan kirîye lê yekem car e dê di bin banê xwe de bi kurdî jî qursan bide. Yên bixwazin herin qursên ÎSMEK'ê yên kurdî dikarin navên xwe binivîsin.

 

Li Stenbolê li gelek bajaran beşên ÎSMEK'ê hene. Vekirin an venekirina qursan (ha ziman, ha huner û tiştên din) li gor daxwazê çêdibe. Niha ji bo kurdî jî dema serîlêdanê dest pê kir.

Di beşa "Alan Lîstesî" (Lîsteya Beşar) de "Yabanci Diller" (Zimanên Bîyanî) hene ku kurdî jî di nav vê beşê de ye.

Ji bo asta yekemîn a kurdî 136, ji bo beşa duyemîn ji bo 160 saetî dem hatîye dîyarkirin.

Li gor daxwaz û eleqeyê kurdî jî di nav de hemû ders şikil digirin.

Ji bo kesên bixwazin serî lê bidin divê bikevin malpera "www.ismek.ist" û di wir de beşa "Programa gore ara" (Li gor bernameyê lê bigere) heye. Li wir dema "kurdî" bê nivîsandin navçeyên ku li wir dê ders bê dayîn derdikevin pêşberî mirov. Li gor malperê li Bagcilar Yildiztepe, li Esenyurt, Esenyurt Kiraç, Fatih, Şişlîyê dê ders bêne dayîn.
Ji bo yên bixwazin dikarin ji vir xwe qeyd bikin û bidomînin:

https://www.ismek.ist/tr/default_kayit_donemi.htm

 

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin