Îsmaîl Beşîkçî: Divê Kurd li hemberî Tirkperestî, Erebperestî û Farsperestîyê li ber xwe bidin

Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ragihand ku . Naveroka neteperwerîya Kurdî û neteperwerîya Ereb, Tirk û Farsan gelek ji hev dûr in. Beşîkçî dibêje divê Kurd li hemberî Tirkperestî, Erebperestî û Farsperestîyê liber xwe bidin.

Navenda Nûçeyan- Îro Çarşemê (04.12.19) li Hewlrê bi hevkarîya Weqfa Îsmîl Beşîkçî û Zanîngeha Kurdistanê derbarê Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhateyan de konferansek jêr navê “Di Rewşa Niha ya Rojavayê Kurdistanê de Derfet û Metirsî” hat sazkirin. Civaknas û nivîskarê dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û derfet û metirsîyên li pêş Kurdan kir.

Îsmaîl Beşîkçî piştî konferansê ji Rûdawê re dîyar kir ku li bajarên Kurdistanê sazkirina panel û konferansên bi wî awayî gelek girîng e.

Beşîkçî got: “Ez dixwazim vê yekê bibêjim neteperwerîya Kurdan gelek ji neteperwerîya Ereb, Tirk û Farsan cudatir e. Naveroka neteperwerîya Kurdî û neteperwerîya Ereb, Tirk û Farsan gelek ji hev dûr in. Tirkperestî, Erebperestî  û Farsperestî hewl didin Kurdan bê bandor bikin. Minak naxwazin ti caran mijara zimanê Kurdî û pirsa Kurdî were rojevê. Hersê netewperestî li dijî Kurdan e, lê netewperwerîya Kurdan li hemberî wan li ber xwe dide.”

Civaknas Beşîkçî dibêje divê Kurd li dijî netewperwerîyê dernekevin, li şûna wê, bila girîngîyê bi naveroka wê bidin.

Di berdewamîy axavtina xwe de Beşîkçî got: “Minak dixwazin rê li ber zimanê Kurdî bigirin û Komeleya Ehmedê Xanî digirin, divê Kurd jî li hemberî vê li ber xwe bidin, ev e neteperwerî. Hersê welat bi bi hev re guvaşan li ser Kurdan dike, lê tiştê girîng ew e ku Kurd li hemberî wan bertekên xwe nîşan bidin.”

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist