Îsal merasîma 'Komsay' li Hewreman nayê sazkirin

Qeymeqamê Sewlawe ragihand ku bi armanca rûbirûbûna Coronayê îsal merasîma Komsay li Hewremana Text nayê sazkirin.

Navenda Nûçeyan - Qeymeqamê Sewlawe Yusif Başî dibêje: “Me ji berpirsên xwecihî re gotîye ku nehêlin merasîm were kirin, eger hat û geştyar jî kom bûn, alîyên tendirûstî nehêlin ku xel li hev kom bibin.”

Yusif Başî herwiha da zanîn, “ji ber vê rewşa heyî xelkê Hewremana Text jî naxwazin merasîm were kirin.”

Komsay merasîmeke olî û qedîm e, di merasîmê de pez dikin qurbanî, li defê tê xistin û dia tên kirin, xwarineke taybet tê çêkirin û li xelkê tê belavkirin. Herwiha helbest tên xwendin. Merasîma şikandina kevirekî taybet jî heye ku xelk wek pîroz hildigrin. Xelkê Hewreman dibêjin, ev kevir qet kêm nabe û her sal dîsan wek xwe lê tê.

Ev merasîm du beş e, beşê yekem naverasta zivistanê tê kirin û wek Merasîma Pîr Şalyar tê naskirin. Pîr Şalyar navekî destanî ye û xelkê navçeyê wî wek şêxekî xwedan keramet dibînin. Dîroknivîsê Kurd Ebdulkerîm Muderis, di kitêba Binemala Zanyarîyan de dibêje, Pîr Şalyar di sedsala 6ê ya koçî de jîya ye.

Merasîma Pîr Şalyar di zivistanê de û Komsay di biharê de, ji cihên dûr û nêzîk ên Kurdistanê û herwiha Îranê jî hejmareke zêde ya xelkê û geştyar beşdarî wan dibin.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe