Îsal 72 hezar caran agir bi Daristanên Amazonê ketiye

Li Amazonê ji serê salê û vir ve 72 hezar caran agir bi daristanan ketiye.

Li Amazonê ji serê salê û vir ve 72 hezar caran agir bi daristanan ketiye.

Li Amazonê ji serê salê û vir ve 72 hezar caran agir bi daristanan ketiye. Li gorî nûçeya BBCyê, Enstîtuya Lêkolînên Fezayê ya Navnetewî (INPE) aşkere kiriye ku rêjeya agirî li gorî sala 2018ê ji sedî 83 zêdetir bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji 1ê Kanûna Paşiyê heta niha li Amazonê zêdetirî 72 hezar caran agir bi daristanan ketiye. Ji roja pêncşemê û vir va piraniya wan li herêma Amazonê li tevahiya Brezilyayê 9 hezar û 500 caran agir bi daristanan ketiye.

Li gorî heman daxuyaniyê li eyaleta Roraimaya ya li bakurê Brezilyayê asîman ji ber agirî bi dixaneke reş hatiye girtin.

NASAyê dixana zêde tespît kiriye û ji ber agirî û dixanê roja duşemê Sao Paulo di tariyê de maye. Ev rewş saetekê berdewam kiriye.

Li cîhanê daristana herî mezin a baranan e Amazon û weke depoya karbonê ye. Bi saya vê taybetmendiyê, germahiya kurewî kêmtir zêde dibe. Her weha nêzîkî 3 milyon cure nebat û ajal û milyonek mirovên herêmî li vir dijîn.

“Ziyan gihîştiye herêmeke gelekî fireh”

Imazon li ser kêmbûna daristanên Amazonê û tunebûna cureyên zindiyan lêkolînan dike. Di meha Gulanê de raporek weşandiye. Di vê raporê de gotiye ku ji Tebaxa 2018an heta Nîsana 2019an li herêmê biqasî 2 hezar kîlomêtro daristan bûne xwelî.

Di daxuyaniya INPEyê da hatibû ragihandin ku li Amazonan di Hezîranê da 920 kîlomêtrokare, di Tîrmehê da jî ji hezar kîlomêtrokareyê zêdetir daristan ziyan dîtiye.

Serokdewletê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaroyî îdia kiribû ku endamên INPEyê ji bo birêvebiriya wî xirab nîşan bidin "dibe ku hejmarên ne rast weşandibin.” 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin