Îro salvegera bombebarana Qeladizê ya bi çeken qedexe kirî ye

Îro 24.04.2020 salvegera bombebarana bajarê Qeladizê ye ku bi mûşek û çekên fosfor pêkhatibû.

Navenda Nûçeyan - Pîştî bi dawî buna rêkevtina 11 adara 1970 ê ji alîyê rejîma Beis a Iraqê ve, şoreşa gelê Kurdistanê, ku Mela Mistefa Barzanî serokatîya wê dikir, biryara zankoya Silêmanîyê veguhezin bajarê Qeladzê ya li ser sînorê Kurdistana başûr û rojhilat hatibu dayîn.

Roja 24ê Nîsana 1974ê balefirên şer û artêşa rejîma Beis a Iraqê, bi çekên fosfor û bombeyên napalmê, mamoste, xwandevanên zankoyê, gel û Pêşmerge li Qeladizê bombebarin kirin û di encamê de 163 mamoste, xwandevan, hemwelatî û Pêşmerge şehîd ketin û zêdetir ji 250 kesî jî birîndar bun.

Piştî raperîna gelê Kurdistanê li bihara 1991ê û damezrandina parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê ve, parlamentoyê biryar da roja 24ê Nîsanê wek roja şehîdên zankoyê bê pênasekirin û her sal ew şehîdên Qeladizê bên bibîranîn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist