Îro partîyeke nû li Tirkîyê tê ragihandin

Îro Çarşembê Ali Babacan li Enqerê partîya xwe ya bi navê Partîya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi ‎fermî radighîne.‎

Navenda Nûçeyan - Piştî bidawîbûna amadekarîyan, biryar e îro Çarçemê 11ê Adarê demjimêr 13:00ê merasîma ragihandina Partîya ‎Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) ya bi serokatîya Ali Babacan li Hotêla Bilkent a Enqerê were sazkirin û ‎programa partîyê bê ragihandin.‎

Duh Sêşemê di dengdanekê de Desteya Damezrêner a DEVAyê ku 90 kes in, bi tevahîya dengan Ali ‎Babacan wek serokê giştî yê partîyê hilbijartin. Li gor bernameya partîyê, Babacan û endamên Desteya ‎Damezrêner demjimêr 12:00 serdana ser gora damezrênerê Komara Tirkîyê Mustafa Kemal Ataturk ‎dikin.‎

Li gor daxuyanîya DEVAyê, serokomarê berê yê Tirkîyê Abdullah Gul ligel Babacan peywendî danîye û ‎pîrozbahî lê kirîye. Berî niha Babacan di programeke televizyonî de gotibû, ti postekî Gul di nav partîya ‎wî de nîne û nabe jî, lê ji dûr ve bi ezmûna xwe piştgirîya wan dike û ew jî pê dişêwirin.‎

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist