Îro 123yemîn salvegera rojnamevaniya Kurdî ye

.

 123 sal bi ser derketina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe.

Îro 22 Nîsanê û sed û bîst û sêyemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya kurdî ya “Kurdistan” e. Hejmara yekemîn ya rojnameya Kurdistanê roja 22yê Nîsana 1898 li paytexta Misrê-Qahîrê û ji aliyê zanayê kurd Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistanê îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û her wiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûl û pîrozkirin.

Bi giştî 31 hejmar ji rojnameya Kurdistanê derket. Ji hejmara yek heta pêncê li Qahîrê derket, ji hejmara 6 heta 19 li bajarê Cenev a Swîsrê, ji 20 heta 23 dîsa li Qahîrê, hejmara 24 li Londonê, ji hejmara 25 heta 29 li Almanya û 30 û 31 jî dîsa li Cinêvê hat derxistin.

Sedema ku rojname li çend welatan derket û derketina wî qût dibû, ji ber wê yekê bû ku Misir û hemû navçe di bin desthilata Osmaniyan de bû, dibe ku wê çaxê nehiştibin hemû hejmarên rojnameyê li Qahîrê derkevin, nexasim ku bi navê Kurd û Kurdistan bû.

Hejmara 31, çapa dawî ya Rojnameya Kurdistan bû û piştî wê ti hejmareke wê rojnameyê derneket û dawî li weşana wê hat.
 

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn