Iraq, serêdana Hulusî Akar betal kir.

Piştî êrîşa Tirkîyê ya li ser sînorê Iraqê û kuştina 2 fermandarên Iraqê rageşîya di navbera Tirkîye û Iraqê de didome. Serokamarê Iraqê, Tirkîye bi tundî şermezar kir û serêdana Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusî Akar betal kir.

Di encama operasyona Tirkîye ya binavê “pençe-kartal” de li ser sînorê Iraqê doh 2 serfermandarên Iraqê di êrîşa esmanî ya Tirkîyê de jîyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê rageşîya di navbera herdu alîyan bilind bû. Serokomarê Iraqê Tirkîye jiber serwerîya Iraqê binpê kirîye şermezar kir. Wezareta Derya ya Iraqê jî ragihand serêdana Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusî Akar betal kirine. Herema Kurdistanê jî di daxuyanîyekê de bangî Tirkîyê û PKKê kir ku bila şerê xwe ji sînorên Herema Kurdistanê derxin.

Serokomarîya Iraqê di daxuyanîya de got, “Artêşa Tirkîyê her tim axa Iraqê îxlal dike û ev îxlal xetereyee mezin dide serwerîya Iraqê û em vê yekê şermezar dikin.” Serokomarîyê di daxuyanîyê de bangî rawestandina operasyonên leşkerî kir û bo çareserkirina pirsgirêkan lihevkirina alîyan kir.

Daxuyanîyeke bi vî awayî ji alîyê Wezareta Derve ya Iraqê hat. Wezaretê dîyar kir serêdana Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusî Akar betal kir û got,

“Tirkîye, bi operasyonên leşkerî serwerîya Iraqê, huquqa navnetewî û peymana Netewên Yekbûyî binpê dike.” Wezaretê xwest bila Tirkîye hêzên xwe ji heremê bikşîne. Daxuyanîyê de wezaretê dîyar kir ku li hember îxlalên Tirkîyê hin rêyên din li ber me hene û wê Balyozxaneya Tirkîyê ya Bexdayê hişyar bikin.

Daxuyanîyek jî ji Hewlêrê hat. Rêveberîya Herêma Kurdistanê bangî Tirkîyê û PKK kir ku şerê xwe li derveyî axa Kurdistanê dewam bikin. Di daxuyanîya xwe de Hewlêrê got “PKK û Tirkîye bila şerê xwe li derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê dewam bikin û hemwaelatîyên me êdî nekin qurban.”

Di daxuyanîya xwe de Herêma Kurdistanê cî da navên serfermanderên Iraqê yên ji alîyê Tirkîyê hatin kuştin jî: Reşîd Silêman û Zubeyîr Halî Taceddîn. Husameddîn Abdurrahman jî birindar bûye.

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da