Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî

.

 Wezareta Kar û Bar a Îraqê mehane meaş dide 2 hezar û 300 jinên Kurd ên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.

Birêvebira Kar û Barên Rizgarkiriyên Êzidî ya Wezareta Kar û Bar a Îraqê Serab Îlyasê diyar kir ku heta niha zêdetirî 2 hezar û 300 jin û keçên Kurd ên Êzidî meaş  werdigirin.

Serab Îlyasê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew jin û keçên Kurd ên Êzidî di çarçoveya Yasaya Hejmara 8an a Jinên Rizgarbûyî yên Êzidî de meaş werdigirin.

Parlamentoya Îraqê Yasaya Hejmara 8an a Jinên Rizgarbûyî yên Êzidî pejirand.

Li gorî yasayê, divê hemû rizgarbûyiyên destê DAIŞê bên qerebûkirin (tezmînatê wergirin).

Serab Îlyasê eşkere kir ku ew jinên rizgarbûyî yên destê DAIŞê meaşê wan ê mehane 800 hezar dînar e.

DAIŞê di 3yê Tebaxê 2014an de êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin û 6 hezar û 417 kes revandin.

Heta niha zêdetirî 3 hezar û 580 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.

Li gorî gotina Serab Îlyasê her jin û keça Kurd a Êzidî li her welatî be, ew dikare daxwaza wergirtina meaş pêşkêşî hikûmetê bike.

Di vê çarçoveyê de 150 kesî daxwaziya xwe pêşkêş kiriye û heta niha bi 120 kesî re hevdîtin hatiye kirin

Dadgeha Temyîzê ya Nînowayê hevdîtinan dike

12ê Kanûna Pêşîn a 2024an, cara yekem bi rêya vîdeo konferansê ji Nînowayê hevdîtin bi jin û keçên Êzidî re hatiye kirin ku li derveyî welat in.

Pêvajo bi Serokatiya Dadgeha Temyîzê ya Nînowayê/Dadgeha Lêkolînan a Elqoşê û bi hevahengî bi Wezareta Karên Derve ya Îraqê/Birêveberiya Mafên Mirovan re tê birêvebirin da ku hêsanî ji bo wan jinên Kurd ên Êzidî yên ku li derveyî welat dijîn were kirin.

Her hefte roja pêncşemê dadgerek li Elqoşê bi rêya vîdeo konferansê bi jinên Êzidî re hevdîtinan pêk tîne ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûne û niha li derveyî welat dijîn.

Hevdîtin li Almanya û Fransayê tên kirin

Hevdîtin li konsulxane û balyozxaneyên Îraqê yên li Almanya û Fransayê tên kirin.

Ji ber ku beşeke mezin a Êzidiyan li Almanyayê dijîn, hevdîtinên wan li Balyozxaneya Îraqê ya Berlînê, Konsolxaneya Îraqê ya Frankfurtê tên sazkirin.

Her wiha li Fransayê jî li Balyozxaeya Îraqê ya Parîsê hevdîtin tên kirin.

Serab Îlyasê her wiha ragihand ku dadger her pêncşemê dikare bi 3 heta 5 kesan re hevdîtinan pêk bîne.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Bangî Netewên Yekbûyî û Dewleten Cîhanê Dikin ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan Bicîh Bînin
Lehiyan li başûrê welêt çîrokên bi êş li pey xwe hîştin
Îraq: 13 milyon bermîl petrola Kurdistanê çû Ewropa û Amerîkayê
HSD ji Şamê re: Dirûşmên komên çekdaran, bêhna rejîma Beisê jê tê
Fuad Husên: PDK israr dike ku posta serokkomariyê wergire