Iraq- Malperên 4 wezaretên hatin hekkirin

Doh roja sêşemê 18.12.2019an hekiran malperên wezaretên tendirurstî, neft, perwerde û bazirganîyê yên Iraqê hek kirin û hemû datayên van wezaretan ji nav birin.

Navenda Nûçeyan- Herwiha hekiran gefa wê yekê jî xwarine ku wê berdewam bin li ser hekkirina malperên wezaretên dezgehên fermî yên Iraqê.

Li aîyê dîn Wezareta Kahreba ya Iraqê jî bi daxuyanîyekê aşkere kir hişyarî da hemwelatîyan ku metirsîya birîna kahrebeya li seranserî Iraqê heye.

Berdevkê Wezareta Kahreba Ehmed Ebadî, ji rojnameya Sebah ya Iraqê ra da zanîn ku ji ber kêşeyên teknîkî li borîyên guhestina gazê rêjeya dayîna kahrebayê bo Bexda, Dîyala, Babîl kêm bûye û metirsî heye li seranserî Iraqê kahreba qut bibe.

Herwiha Ehmed  Ebadî daye zanîn ku xwepêşander bûne sedem ku ew nikaribin kahrebaya zêdetir berhem bînin û niha ew nikarin kar di kelgehên neftê da bikin bo berhemhênana kahrebayê.

 Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir