Îraq: Heta 2027an ti welatiyê Îraqê li Kampa Holê namîne

.

 Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku wan 81 malbatên din ên DAIŞê ji Kampa Holê anîne.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr ji Rûdawê re ragihand ku wan doh êvarî 81 malbatên din DAIŞiyan ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê anîne.

Elî Cîhangîr diyar kir ku wan ew malbat li Kampa Cedeyê ya li başûrê Mûsilê bi cih kirine.

“Heta 2027an dê ti welatiyê Îraqê li Kampa Holê nemîne”

Elî Cîhangîr got, "Ji sala 2021ê ve zêdetirî 2 hezar û 600 malbatên Îraqî yên Kampa Holê hatine vegerandin û ev pêvajo dê heta vegerandina malbata dawî berdewam bike.

Wezareta me li gel Neteweyên Yekbûyî li ser dosyaya Îraqiyên li Kampa Holê gihiştiye rêkeftinekê.

Li gorî rêkeftinê, heta sala 2027an ti malbata Îraqî li wê kampê namîne û hemû dê werin vegerandin."

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Noman 22yê vê mehê ji Rûdawê re ragihandibû:

"Di civîna Encumena Wezîran a Ewlehiya Niştimanî de ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar serokatiya dikir, li ser dosyaya Kampa Holê guftûgo hat kirin û rewşa malbatên Îraqî yên wê kampê hat nirxandin.

Di demeke nêzîk de em dê dest bi vegerandina malbatan bikin."

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, li Kampa Holê ya Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 20 hezar Îraqiyên jin û zarokên endamên berê yên DAIŞê mane.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne