Îraq gazî balyozê Tirkîyê dike

Wezareta Derve ya Îraqê ragehand, balyozê Tirkîyê li Îraqê dê gazî bike û bîrewernameyeka nerazîbûnê radestî wî dê bike.

Navenda Nûçeyan - Di vî bîrewarnameyê de, Ehmed Sehaf, gotebêjê wezareta Derve ya Îraqê ragehand: Ew bi tundî wê hêrişa firokeyên Tirkîyê bo ser kampa Mexmûrê şermazar dikin ku zîyanên canî û malî jê çêbûn e.

Ji alîyekê din ve, li gor Ajansa Nûçeyên Îraqê (WAI) fermandeyê operasyonên hevpişikên Îraqê, ew hêrişa Tirkîyê bo ser Kampa Mexmûrê bi binpîkirina serwerîya asmanê Îraqê dazanîn û tekez kir, evê hêrişê bi tundî şermezar dikîn.

Operasyonên hevpişkên Îraqê ragehandîye jî: Îraq bi hemû şîyana xwe amadeye bo kontirolkirina rewşa ewlehîyê li ser sinûrê hevpişik li gel Tirkîyê.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist