Îraq: Çekdanîn dê vekişîna hêzên biyanî teşwîq bike

.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ji Rûdawê re diyar kir ku eger PKK çekan deyne dê ev yek vekişîna hêzên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê teşwîq bike.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî mijar ji Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl re nirxand.

Divê were gotin ku Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Basim Ewadî diyar kir ku Îraq amade ye di “pêvajoya çekdanîne” de hevkariyê bike û got ku eger pêvajoya çekdanînê "bi awayekî rast" were kirin, ev yek dê "hêzên biyanî" teşwîq bike da ku ji Herêma Kurdistanê vekişin.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê got, "Îraq amade ye di mijara wergirtina çekan de hevkariyê bi Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re bike " û da zanîn ku Îraq amade ye alîkariyê bide pêvajoyê.

Bexda û Tehranê li hev kiribû ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê vala bikin.

Berdevk Ewadî destnîşan kir ku Bexda dixwaze bi hevkariya civakê û rêxistinên navneteweyî heman mekanîzmayê ji bo PKKyê jî bisepîne û li pey çû:

“Pêvajoya çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê xwedî sûdeke mezin e ji bo Îraqê û ewlehiya têkiliyên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de misoger dike.”

Li gorî Ewadî, çekdanîn dê rê li ber “pêşketinên metirsîdar” û “pevçûnên li Îraq û derveyî Îraqê” yên Partiya Karkerên Kurdistanê bigire.

Ewadî daxuyand ku "Civaka navneteweyî dê amade be alîkariyê pêşkêş bike."

Vekişîna hêzên biyanî

Berdevkê Hikûmeta Îraqê derbarê hebûna Tirkiyeyê ya li Îraqê de wiha axivî:

"Eger rêkeftin bi awayekî rast pêk were, bi her awayî ev dê bibe teşwîqker ku hemû hêzên biyanî ji bakurê Îraqê anku ji Herêma Kurdistanê ya Îraqê vekişin."

Radestkirina çekan

Wî destnîşan kir ku "Heta niha li ser mekanîzmayeke radestkirina çekan rêkeftin pêk nehatiye" û got:

"Ev mijarek e ku vedigere civînên navbera dezgehên îstixbaratê yên Îraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên 14ê Gulanê ragihandibû ku Îraq piştgiriyê dide biryara xwefesixkirinê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Fuad Husên amaje pê kiribû ku Bexda, Hewlêr û Enqere dê di pêvajoya “radestkirina çekan” de hevkariyê bikin.

Siyaset Haberleri

Birêvebirê berê yê FBIyê bi banga kuştina Trump tê tawanbarkirin
Rojnamegerê Swêdî Joakim Medin hat berdan
Heyeteke navneteweyî çû cem Durziyan: ‘Metirsî heye Sûriye dabeş bibe’
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê dike
Nêçîrvan Barzanî tevlî “Forûma Diyaloga Tehranê” dibe