Li gorî raporekê, Supaya Pasdaran a Îranê li nav axa Îraqê çend hucreyên nû û veşartî yên çekdar ava kirine ku êrişî welatên Kendavê bikin.
Ev wekî alternatîfekê ji bo wan komên çekdar tê dîtin ku xwe wekî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" didin naskirin û niha di bin zexta hikûmeta Îraqê de ne ku xwe hilweşînin.
Ajansa Reutersê li ser zarê 8 çavkaniyên Îraqî ragihand ku Supaya Pasdaran 3-4 hucreyên taybet pêk anîne.
Her hucreyek ji 10 çekdarên taybet ên Şîe pêk tê û van komên çekdar di navbera 20ê Nîsanê û 17ê Gulanê de, li çolterên Besreyê û Musenayê herî kêm 7 caran bi droanan êrişî armancên li Kuweyt, Erebistana Siûdî û Îmaratê kirine.
Çavkaniyan diyar kir ku çekdar rasterast fermanan ji Supaya Pasdaran werdigirin û ew li derveyî çarçoveya "Koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê" dixebitin ku ji çavê saziyên îstixbaratê winda bibin.
Guherîna taktîka Tehranê
Efserê malnişîn ê artêşa Îraqê Casim Behadilî anî ziman ku avakirina van komên biçûk û tundrew nîşaneya guherîna taktîka Îranê ye.
Tehran dixwaze bi vî awayî hêza xwe biparêze, bi taybetî piştî ku komên mîlîs ên naskirî yên nêzîkî Îranê li Îraqê lawaz bûne.
Komên wekî Esayîbî Ehlî Heq û Ketîbeyên Îmam Elî ragihandibû ku ew amade ne çekên xwe radestî dewletê bikin.
Tehran dixwaze bi rêya van hucreyên nû rê li ber her cure rawestîneke leşkerî bigire û di heman demê de pêwendiya xwe ya bi êrişan re red bike.
Armancên li Kuweyt û Îmaratê
Li gorî zanyariyên îstixbaratê, van hucreyan baregeha asmanî ya Elî Salimê ya li Kuweytê û termînaleke leşkerî ya li balafirgeha navneteweyî kirine armanc.
Her wiha lêkolîn tê kirin ka êrişa 17ê Gulanê ya li ser stasyona atomê ya Berakeyê ya li Îmaratê ji aliyê wan ve hatiye kirin yan na.
Erebistana Siûdî jî ragihandibû ku wan di heman rojê de 3 dronên ku ji Îraqê hatibûn xistin.
Ev êriş pêwendiyên Bexdayê û welatên Kendavê dixe bin metirsiyê.
Tecrubeyek ji bo Zeydî
Ev pêşhatên nû ji bo Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Falih Zeydî tecrubeyeke pêşwext in.
Elî Zeydî di bin zexta Washingtonê de ye ku hemû komên çekdar ên neyasayî bêçek bike.
Zeydî êrişên li ser Erebistana Siûdî û Îmaratê şermezar kirin û soz da ku bi hevahengiya welatên Kendavê li nav axa Îraqê lêgerîneke hûr bikin ku were zanîn kî li pişt van "karên tawankariyê" ye.
Amerîka li benda wê yekê ye ku hikûmeta Îraqê hemû amûrên têkdana aramiyê ji holê rake.
Şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de 28ê Sibatê dest pê kir û di wî şerî de komên "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" piştgiriya xwe ya Tehranê ducare kir û gelek caran êrişî Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê kirin.