Îranê ji bo dezgehên xwe yên nukleerî hişyariya 'tedbîrên taybet' da

.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku li hemberî gefên êrişan ên Îsraîlê yên li dezgehên nukleerî, Tehran dikare ji bo parastina wan “tedbîrên taybet” bistîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (UAEA) Rafael Mariano Grossi re name şandin.

Ebas Eraqşî di nameyan de diyar kiriye ku “gefên birêvebiriya Tel Avîvê û helwesta wê ya êrişkar a li herêmê li dijî hiqûqa navneteweyî ne”.

Eraqçî anî ziman ku êrişeke muhtemel a Îsraîlê dê bibe binpêkirina eşkere ya Peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî.

Wî bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku “gavan biavêje û tedbîrên bilez û bibandor” wergire.

“Divê li ser Îsraîlê zexta nukleerî were kirin”

Ebas Eraqçî bi bîr anî ku Îsraîl yekanê welatê herêmê yê ku xwedî çekên nukleerî ye û diyar kir ku Tel Avîv ne endamê Peymana Astengkirina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got:

“Divê li dijî vê rejîmê û tehdîda wê ya nukleerî zexteke navneteweyî ya berfireh were kirin.

Îsraîl ne endamê ti peymanên çekên komkuj e.

Divê civaka navneteweyî vê rejîmê neçar bike ku bernameya xwe ya çekên nukleerî ji holê rake û bibe endamê NPTyê.”

Eraqçiyê ku bangî Serokê UAEAyê Grossî jî kir da zanîn ku divê gefên Îsraîlê “bilez” ji aliyê wan ve werin gotûbêjkirin û şermezarkirin.

“Amerîka jî dê berpirsyar be”

Eraqçî diyar kir ku Îran dê ji bo parastina welatiyên xwe, berjewendiyên xwe û dezgehên xwe yên nukleerî li hemberî her cure êrişan gavên pêwîst biavêje û di nameya xwe de anî ziman:

“Îran dê bi biryarî bersivê bide her gef an jî kiryareke neqanûnî ya rejîma Siyonîst.

Her wiha, em bawer dikin ku di êrişeke vê rejîmê ya li dezgehên me yên nukleerî de, dê Hikûmeta Amerîkayê jî berpirsyariyê bigire û dê li gorî qanûnan bi encamên wê re rû bi rû bimîne.

Eger gef berdewam bikin, Îran dê neçar bimîne ji bo parastina dezgehên xwe yên nukleerî tedbîrên taybet bistîne.”

Eraqçî li ser naveroka “tedbîrên taybet” agahî nedan lê anî ziman ku tedbîrên ku dê werin girtin dê piştre ji UAEAyê re werin ragihandin.

Birêvebiriya Tehranê, berê jî hişyarî dabû ku UAEA li hemberî gefên Îsraîlê bêdeng dimîne bêalîbûna xwe winda dike û eger ev helwest berdewam bike dibe ku hevkariya bi UAEAyê re dê were sînordarkirin.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest