Îranê girtiyekî siyasî yê Kurd darve kir

Encûmena Berevaniya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Îranê ji malbata girtiyê siyasî yê Kurd Hîdayet Ebdullapûr re gotine ku kurê wan hatiye darvekirin.

Navenda Nûçeyan - Biryara darvekirina Hîdayet Ebdullapûr roja 8ê Cotmeha 2018an ji aliyê Liqa 47 a Encûmena Bilind a Îranê ve hat pesendkirin û ji parêzer û malbata wî re hat gotin.

Hîdayet Ebdullapûr Rêbendana sala 1396ê hetavî (Îlona 2017a zayînê) ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve bi hevkariya ligel yek ji partiyên Kurdî di şerê gundê Fereseqel ê Şino di navbera Hêzên Pêşmerge û Supaya Pasdarên Îranê de cezayê darvekirinê jê re hat derxistin.

Navbirî 16 Hezîrana 2016ê ligel çendîn kesên din ên xelkê Şino bi hevkarîkirina partiyeke Kurdî cezayê darvekirinê bo wan hatibû derxistin.

Hîdayet Ebdullapûr zewiciye û bavê du zarokan e.

Ji ber ku berê ji Girtîgeha Urmiyê bo cihekî nediyar hatibû veguhestin, nayê zanîn ka biryara darvekirina wî li ku û kengê hatiye cîbicîhkirin.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî