Îranê di mehekê de 10 kolberên Kurd kuştine

Li Rojhilatê Kurdistanê di heyama meha bihorî de 10 kolberên Kurd ji alîyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û 13 kolber jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê raportek derbarê rewşa kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê belav kirîye û têde ragihandîye, ku di heyama meha derbasbûyî de li ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, 10 kolberên Kurd bi teqeya hêzên ewlehîyê yên Îranê hatine kuştin.

Li gor heman raportê, her di wê heyamê de 13 kolberên din jî ji alîyê hêzên Îranê ve hatine birîndarkirin.

Li alîyekî din, kolberekî Kurd bi navê Keyhan Ekrempûr ku xelkê bajarê Seqizê bû, duh Yekşemê piştî 97 rojan ji birîndarîyê ji ber dijwarîya birînan li nexweşxaneyeke bajarê Tehranê canê xwe ji dest da.

Keyhan Ekrempûr di 15 Îlonê de li sînorê Sêf ê Seqizê ji alîyê hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin û bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Seqiz, Sine û Tehranê hatibû şandin.

Ev amar, mirina kolberên Kurd ên ku ji ber bûyerên din li ser sînor canê xwe ji dest dane, li xwe nagire.

Herî dawî, du kolberên Kurd ên bi navê Ferhad Xusrewî (14 salî) û Azad Xesrewî (17 salî) ku bira bûn, li bilindahîyên Tete li navçeya Hewramanê ji sermayê req bûbûn û canê xwe ji dest dabûn.

Herdu bira xelkê gundê Nê yê Merîwanê bûn û ji neçarîyê bo debara jîyana xwe li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kolberî dikirin.

Siyaset Haberleri

Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê
Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê