Îran razî bû termê Elî Qazî li Mehabadê were veşartin

.

Hikûmeta Îranê razî bû termê siyasetmedarê kurd Elî Qazî li bajarê Mehabadê û li kêleka tirba bavê wî pêşewa Qazî Mihemed were veşartin.

Konsulê Îranê li Hewlêrê, Nesrullah Reşnûdî ji malpereka Îranî re gotiye, hikûmeta Îranê li ser daxwaza malbatê razî bûye termê Elî Qazî, ku çend roj berê li Almanya koça dawî kiribû, li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê were veşartin.

Wî dîplomatê Îranî gotiye, malbata Qazî dikarin li her cihê ku bixwazin termê Elî Qazî veşêrin.

Bi vî rengî termê Elî Qazî dê li kêleka tirba bavê wî pêşewa Qazî Mihemed were veşartin.

Elî Qazî, kurê Qazî Mihemed roja 10 vê mehê li bajarê Bonn yê Almanya di temenê 89 saliyê de koça dawî kir.

Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re gotibû, termê Elî Qazî dê li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 17 vê mehê ji Almanya bo Hewlêrê were veguhestin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin