Îran: Projeyasaya stratejîk a ji bo ewlehiya Tengava Hurmizê hat pejirandin

.

Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê, projeyasaya "Destpêşxeriya Stratejîk a bo Ewlehî û Geşepêdana Berdewam a Tengava Hurmizê" bi yekdengî pejirand. Ev qanûn armanc dike ku berjewendiyên Îranê di avên stratejîk de biparêze.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî îro 9ê Tebaxa 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) daxuyaniyek belav kir û ragihand, xalên giştî yên projeyasaya stratejîk a taybet bi Tengava Hurmizê, ji aliyê endamên komîsyonê ve bi komdengî hatiye qebûlkirin. 

Ezîzî destnîşan kir, ev projeyasa di çarçoveya rênimayên Rêberê Bilind ê Îranê de hatiye amadekirin. Herwiha di dema dariştina qanûnê de, pêşniyar û nerînên saziyên ewlehî û siyasî yên pêwendîdar hatine girtin. Hat diyarkirin ku armanca bingehîn a vê destpêşxeriyê, parastina berjewendiyên neteweyî yên Îranê ye di vê herêma avî ya herî hestiyar û stratejîk a cîhanê de.

Serokê komîsyonê aşkere kir, piştgiriya hemû endaman ji bo vê projeyasayê, nîşana giringiya mijarê ye. Ev qanûn dê bibe bingehek ji bo misogerkirina aramiyê, geşepêdana aborî û baştirkirina rewşa ewlehiyê li Tengava Hurmizê.

Tengava Hurmizê wekî yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên bazirganiya petrolê ya cîhanê tê naskirin û her gav di navenda nakokiyên navneteweyî û stratejiya parastinê ya Îranê de cih digire.

Siyaset Haberleri

Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide