Îran: Li Gîlanê herî kêm 200 kes ji ber Koronayê mirine!

Wekîlê wezîrê tenduristîya Îranê li parêzgeha Gîlan ya wî welatî dibêje, tenê li parêzgeha Gîlanê “herî kêm 200 kes” ji ber nexweşîya Koronayê mirine!

Navenda Nûçeyan - Malpera Îranî ya bi navê “gilkhabar.ir”, ku nûçe û raportan li ser parêzgeha Gîlan ya Îranê belav dike û nîv fermî ye jî, ragihandîye, wekîlê wezîrê tenduristîya Îranê li Gîlanê, Mihemed Husên Qurbanî di civîna encumena bajarê Reşt (navenda Gîlanê) de gotîye, li Gîlanê herî kêm 200 kes ji ber nexweşîya Koronayê mirine!

Weklîê wezîrî tenduristîya Îranê daye zanîn, derdora 900 kesan jî li wê parêzgehê bi nexweşîya Koronayê ketine.

Ev amar di demekî de tê gotin ku li gorî amarên fermî, li seranserî Îranê tenê 194 kes ji ber nexweşîya Koronayê mirine û zêdetirî 6500 kes jî pê ketine.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist