Îran li gel Çîn û Rûsyayê manorekî hevbeş pêktîne

Îranê ragihand ku li bakûrê Okyanûsa Hîndê, bi Rûsya û Çînê re manor ango tetbîqatek hevbeş ya behrê dê bike. Çavlirêye ku tetbîqat roja Şemîyê despêbike. Cara yekem e ku di nav her sê dewletan de tatbîqata behrê dê bê kirin.

Navenda NûçeyanTetbîqat di demeke ku Washîngton toleyên giran yên ekonomîk li ser Tehranê dike pêk tê ku di heman demê de Îran dixwaze bi Rûsya û Çînê re hevkarîya leşkerî bihêztir bike.

Berdevkê Artêşa îranê General Abolfazl Shekarchi, da zanîn gera tetbîqata ku pêşxisitina ewlehîya heremî jixwe re dike armanc, heta Behra Ummanê dê fireh be.

Ev tetbîqat weke bersiva tetbîqatên Amerîka û Erebîstana Siûdî tê nîrxandin.

Li Kendava Basrayê, bi êrîşên ser senayîya neftê ya Sîûdî li heremê tansîyona zêde dibe. Amerîka jibo piştgirîyê grubek leşker û mûşekan hinartibû.

Her çiqas Serhildêrên Hûsî yên Yemenê, êrîşan girtibin serxwe jî, Washîngton û Erebîstana Siûdî ji êrîşan Îranê tawanbar dikin lê Îran van îdiayan red dike.

Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir