Îran: Em rûdanên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin

.

Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku rûdanên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Baqeyî li ser pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyeyê axivî.

Îsmaîl Baqeyî da zanîn ku ew ragihandina Ehmed Şer wekî Serokkomarê Sûriyeyê û rûdawnên li herêmê dişopînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê eşkere kir ku dê piştgiriyê bide her hikûmeteke ku gelê Sûriyeyê piştgiriyê bide wê.

Îsmaîl Baqeyî diyar, "Her hikûmeteke ku gelê Sûriyeyê piştgiriyê bidiyê, em dê piştgiriyê bidinê.

Em tekezî li ser pêwistiya hevkariya hemû aliyan ji bo parastina ewlehî û aramkirina rewşa Sûriyeyê dikin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got, "Em bi baldarî pêşketinan dişopînin.

Em hêvî dikin ku ev qonaxa demkî bibe sedem ji bo avakirina hikûmeteke giştgir ku nûnertiya hemû beşên civaka Sûriyeyê bike."

Îsmaîl Baqeyî , "Em dê ji hemû derfetan sûdê wergirin ji bo derbirina nêrînên xwe bi rêya wan alî û welatên ku têkiliyên me bi wan re baş in."

Pêwendiyeke xurt di navbera hikûmeta berê ya Sûriyeyê û Komara Îslamî ya Îranê de hebû û bi nemana Beşar Esed a li desthilatê re Tehranê li herêmê hevpeymanekî xwe yê girîng ji dest da.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin