Îran: Em ê bersiva her êrîşa Amerîkayê bidin

Piştî keştîyên Îranê li deryaya Kendavê keştîyên Amerîkayê xist, serokê DYAyê Donald Trump bi twittekê ragihand ku wî ferman daye hêzên deryayî yên Amerîkayê ku heke keştîyên Îranê keştîyên wan tacîz bikin, keştîyên Îranê birûxînin.

Navenda Nûçeyan - Fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê Hûsên Selamî bersiv da Trump û got Tehran dê bersiva gefên li dijî deryaya Kendavê bi tundî bide. Her wiha da zanîn ku ew ê parastina ewlehîya sînorên xwe yên deryayî û neteweyî û hêzên xwe yên li Kendavê bikin.

Hisên Selamî got: Amerîka berî niha reftarê me şopandîye û divê îtîbarekê bide vê yekê, me ferman daye hêzên xwe yên li deryaya Kendavê ku heke gefan li ewlehîya keştîyên me bixwin, yekser keştîyên şer ên hêzên artêşa DYA’yê bikin armanc.” Selamî têkildarî rûdanên hefteya borî li deryaya Kendavê qewimîn, anî ziman ku ji ber yekîneyên leşkerî yên DYA’yê yên li Kendavê bê disîplîn bûn, ew gendelî derket holê.

Hisên Selamî îdia kir ku hêzên Amerîkayê yê keştîyên Artêşa Pasdaran a Îranê yên li deryaya Kendavê bi awayekî xeternak kirin armanc û bal kişand ser ku ewlehîya herêma Kendavê beşeke stratejîk a Îranê ye û bi vê yekê parastina berjewendîyên xwe yên li deryayê dikin.

 

Siyaset Haberleri

Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt
Konferansa Naskirina Jenosîda Kurd: Serok Barzanî wê beşdar bibe
Îsraîlê daxuyaniyek li ser 'leşkerên Tirk li Xezzeyê' da
Zelenskyy: Em planeke agirbestê amade dikin
Serokê TBMMyê Kurtulmuş: “Zimanê dê weka şîrê dê helal e”