Îran: Cezayê Darvekirinî li Sixûrê CIA û Mossadê Hatîye Birîn

Dadwerîya Îranê roja Sêşemê ragihand ku kesekî ku agahdarî pêşkêşî îstixbarata Amerîka û ya Îsraîlê kirî derbarê cîhê fermandarê kuştî yê Pasdaran Qasim Silêmanî bi cezayê mirinê hatîye darizandin.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê dadwerîyê Xulamhuseyîn Îsmaîlî di preskonferansekê de got ku Mehmud Musevî-Mecd, yek ji sîxurên CIA û Mossadê ye û cezayê darvekirinê li wî hate birîn.

“Wî derbarê cîhê şehîd Silêman agahdarî daye dijminên me. Wî agahdarîya ewlehîyê derbarê hêzên me yên leşkerî û bi taybetî jî derbarê Pasdaran daye îstixbarata Îsraîl û Amerîkî.”

Lê, Îsmaîlî zelal nekir ku çi têkilîya agahdarîya Musevî daye, bi kuştina Silêmanî li Îraqê heye.

"Ew ji alîyê dadgeheke şoreşgerî ve bi mirinê hate darizandin û dadgeha bilind jî cezayê mirina wî erê kir. Ew dê di demek nêzîk da were darve kirin. "

Karbidestan negot ka doza Musevî çi têkilî bi daxuyanîya Îranê ya meha Sibatê heye ku gotibû mirovek bi cezayê mirinê hatîye darizandin jiber wî ji CIA re sîxurî dikir û hewil dida ku derbarê bernama navokî agahdarîyan bide.

Hêjayî bîrxistinê ye kuştina Silêmanî di navbera Îran û Amerîkayê de bû sedema alozîyeke herî bilind û Îranê êrîşeke roketî biribû ser bingeheke Îraqê ku hêzên Amerîkî li wê derê diman.

Çend demjimêr paş wê bûyerê, hêzên Îranî balafireke rêwîngan ya Ukraynî xistibû xarê ku ji Tehranê rabûbû.

Dengê Amerika

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin