Îmamoglu îro cardin mazbata xwe werdigre

Îro mazbata serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê radestî Ekrem Îmamoglu tê kirin.

Îmamoglu bi rêya torên civakî daxwaz ji xelkê Stenbolê kir ku ji bo ku  beşdarîyê merasîmê bibin
Îro mazbata serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê radestî Ekrem Îmamoglu tê kirin.
 
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Parêzgeha Stenbolê ve hatiye belavkirin, destnîşan kir ku merasîm, demjimêr 18:00ê roja Pêncşema 27ê Hezîrana 2019ê li avahiya Saraçhane ya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê kirin.
 
Ekrem Îmamoglu bi rêya torên civakî daxwaz ji xelkê Stenbolê kir ku ji bo beşdarî merasîmê bibin li ber avahiya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê amade bibin.
 
Îmamoglu roja 23ê Hezîranê bi bidestxistina 806 hezar û 426 deng zêdetir ji Binalî Yildirimê hevrê yê  xwe, wek Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat hilbijartin.
 
Wek ku tê zanîn İmamoğlu di 23 hezîranê de wek namzetê Chpê tevlî hilbijartina Serokati ya Şaredari ya Bajarê Mezin a Stenbolê bûbû hevrêyê xwe Binali Yıldırım têk biribû û ser ketibû  10 roj  wekî peywirdar xebitbû. Lê hilbijartin betal bûbû ji ber şika.

Di serketina îmamoğlu da  dengên  kurdên li Stenbolê dijîn gelek grîng bû  heta em dikarin bêjin ku bi saya wan ser ket.Niha em ê binêrin gelo ew ê kurd tevecuh bikin û biçin mîtînga İmamoğlu?

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be