Îmamoglu bo Desteya Hilbijartinê hat vexwendın: Mazbataya xwe werdigire!

Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê, Namzetê CHPyê Ekrem Îmamoglu vexwend ku mazbataya xwe werbigire.

Hat ragihandin ku Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji alîyê Desteya Hilbajartinê ya Bajarê Stenbolê ya li Dadgeha Çaglayanê va bo wergirtina mazbataya xwe hate vexwendin.

Li alîyekê din îtîraza AK Partîyê ya di derheqê girtenameyan a bo Stenbolê jî hate redkirin.

Weku tê zanîn Ekrem Îmamogluyê namzetê CHPyê, piştî hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê, bi ser ketibû lê ji ber gilîyên AKPê û jinûvejimartina dengan li hin navçeyên Stenbolê ev 17 roj in mazbataya wî nedihate dayîn.

Tê çaverêkirin ku Ekrem Îmamogluyê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê, di demjimêr 18.00an da, dê biçe Şaredarîya Stenbolê.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist